Li berxwedêrê greva birçîbûnê 13 roj cezayê hucreyê hate birîn

Erdal Kotan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Xarpêtê tê hiştin, ji ber ku demeke dirêj di greva birçîbûnê de ma 43 kîlo li xwe kêm kir. Rêveberiya girtîgehê 13 roj cezayê hucreyê li Kotan birî.

Erdal Kotan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Xarpêtê tê hiştin, ji ber ku demeke dirêj di greva birçîbûnê de ma 43 kîlo li xwe kêm kir. Rêveberiya girtîgehê 13 roj cezayê hucreyê li Kotan birî. Rojnamevan Îdrîs Yilmaz ku bi Kotan re li heman girtîgehê ye nameyek şand û bal kişand ser rewşa Kotan û zextên li girtîgehê.

Yilmaz diyar kir, jibilî çend girtiyan piştî greva birçîbûnê ti girtî nebirin doktor, nehatin dermankirin û ragihand, "Pirsgirêkên tenduristiyê yên gelek ji me nehatine çareserkirin. Hevalê me Erdal Kotan piştî çalakiyê daket 43 kîloyan. Dest û lingên wî werimîne. Ev hevalê me nayê dermankirin û ji ber fakseke ku beriya niha ji kongreya bajarê Dersimê ya HDP'ê re şand 13 rojan cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Ji ber vê yekê jî ew xistin hucreyê. Cezayê hucreyê wê 17'ê Tîrmehê bi dawî bibe. Rewşa tenduristiyê ya hevalê me Kotan me dixe nava fikaran."

Yilmaz her wiha diyar kir, nameyên ku ji wan re tên şandin bi rengekî kêfî tên desteserkirin û nameyên wan ên der barê pirsgirêkên heyî de nivîsandine nayên şandin.

Yilmaz herî dawî diyar kir, ji tirsa ku wê name bê desteserkirin nekariye gelek pirsgirêkên heyî binivîsîne.