Li Berlînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiya bi ‘panzêr’ê

Li Berlînê ciwanên enternasyonalîst li dijî şîrketên ku çekan difiroşin dewleta Tirk û SPD’ê çalakiyeke bi ‘panzêr’ê kir.

Ciwanên enternasyonalîst roja Çarşemê saet di 14.00’an de bi slogana ‘Dagirkeriya dewleta Tirk bidin sekinandin. Em çekê we ji we re tînin’ çalakiyek kirin.

Çalakgeran bi maketeke panzêrê bi sloganan ber bi avahiya SPD’ê meşiyan. Amblema SPD’ê jî bi maketê ve hate zeliqandin û ciwanan li vê derê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Me biryar da ku em vê çalakiyê piştî êrîşa dagirker a dewleta Tirk ku li ser Garê pêk bînin. Dewleta Tirk di 14’ê Sibatê ji Garê vekişiyabe jî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê didome. Em ji Rojava agahiyên wisa dîstinin.Her roj Kurdistan tê bombekirin, zilm li gel tê kirin. Kesên piştgiriyê didin dewleta Tirk rê li ber vî tiştî vedikin. Di serî de jî hikumeta Elmanyayê heye. Ji bo domandina van êrîşan pêdiviya dewleta Tirk bi çekan heye. Berlîn di vî warî de rolekî girîng dilîze. Hikumeta Elmanyayê ji ser zilma li welatên din xwe dide jiyîn. Em bang dikin ‘firotina çekan’ bidin sekinandin. Divê gelê Elman vî tiştî qebûl nekin.”

Ciwanan diyar kirin ku SPD dixwaze sûcan veşêre û bal kişandin ser vî tiştî ku wê polîtîkayên şer teşhîr bikin.