‘Li beramberî van kiryarên PDK’ê bêdeng nemînin’

Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarî û kiriyarên PDK’ê nerazîbûn nîşandan û diyarkirin ku li beramberî êriş û kiryaran helwest nîşan bidin.

Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, her wiha kiryar û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li Parka Azadî ya Silêmaniyê nerazîbûn nîşandan. Gelek ciwan tevlê çalakiyê bûn.

Li wir bi navê ciwanan daxuyaniyek hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz Zerdeşt Mihemed ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser xemsariya li beramberî êrişên çeteyên DAÎŞ’ê û hat gotin, “Bi sedan sale dijmin hewil dide gelê Kurd qir bike. Êrişên vê dawiyê yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêmên Kifrî û Mexmûr û şehîdxistina welatiyan, nîşan dide ku pêşmerge û artêşa Iraqê di parastina welatiyan de xemsar nêz dibin.”

Di daxuyaniyê de her wiha îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê hat kirin û ev hat ziman, “Dewleta Tirk a dagirker dijminê xak û gelê Kurde. Bê navber êriş dike li ser çiyayên Zap, Metîna û Avaşîn. Bi hemû cûre çekên komkujiyê hewil dide wan deveran dagir bike. Lê qehremanî û îradeya xurt a gerîla kariye pêşî li dagirkeriyê bigre.”

Di beşek din a daxuyaniyê de behsa hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî hat kirin û hat gotin, “Em hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re wek xiyanet bi nav dikin. Niha jî PDK’ê deriyê sinorî yê Sêmalka li ser Rojava girtiye. Em wek Ciwanên Welatparêz daxwaz ji parlementoya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku li beramberî van kiryarên PDK’ê bêdeng nemînin û helwest nîşan bidin.”