Li benda darvekirinê bûn, gel kilîdên zindanan şikand: Emne Surek

Adil Osman Mihemed, ji Emniyeta Sor ku salên 1980'yî kujerê Kurdan Sedam Hisên, weke navenda êşkenceyê çêkiribû 8'ê Adara 1991'yê dema ku gel bi dest xist hate azadkirin. Mihemed got, ''Rojekê zindanên

Dîktatorê Iraqê Sedam Hisên bi her rêbazê qetla Kurdan anî û kete dîrokê. Hisên, gund, bajar, bajarok dane ber tang û topan, li Helepçê bi çekên kîmyewî bi sed hezaran Kurd     qetil kir, heta ku li ser desthilatê ma ev komkujiya li ser Kurdan domand. Hê jî ji 182 hezar Kurdên Başûrî ti agahî tine. Sedam Hisên bi êşkence, bi reşandina li Kurdan, darvekirinan, li djî her cure rêxistiniya Kurdan û têkoşîna şoreşger şer ragihandibû. Li Kurdistanê li deverên cuda êşkencexane, cihên ku li gel bireşînin hatibûn avakirin.

Yek ji van deran jî Emne Surek ango Emniyeta Sor bû ku salên 80'yî li Silêmanî hatibû çêkirin û navenda êşkenceyê bû. Bi hezaran Kurd li vir êşkence li wan hate kirin. Bi sedan jê ji bo ku werin darvekirin şanin Ebû Garîpê û zindanên din. 5'ê Adara 1991'ê piştî Raperîna Ranaya bi rojekê gelê Silêmanî dora Emne Sureke pêça. Piştî bi du rojan kesên ku êşkenceya giran li wan hatibû kirin û li bendê bûn ku Newrozê werin darvekirin hatin azadkirin.

Yek ji wan kesê ku ji êşkencexaneya Emne Sureke hatî xilaskirn ku li bendê bû Newrozê li Silêmanî lê wer reşandin û xilakirin Adil Osman Mihemed bû. Mihemed pêvajoya êşkenceeyê û roja ku azad bûyî û niha bûyî Mûze ji ANF'ê re vegot.

DEMA KU LI XWE MIKUR NEDIHATIN EŞKENCE DIHATE KIRIN..

Mihemed ku wan deman li ser navê Partiya Komunîst xebatên rêxistinî dikir 1990'î Îlonê dema ku bi ser mala wan de digirin, tê girtin û wan dibin Emne Surekeyê.

Pêşî Mihemed davêjin hicreyên yek kesî. Mihemed dibêje zindan du qatî bûye, li qata jêr gel davêtin wir, li qata jor jî ên ku li ser tiştekî mikur nedihatİn û bi rojan êşkence li wan dihate kirin dihatin hiştin, di hucreyên çar, pênc kesî de. Mihed dibêje li hicreyên yek kesî axaftina bi Kurdî qedexe bûye, êşkencekar dema ku pê dihisiyan ku ew bi hicreyên çep û rastê wan re têkildar bûne êşkenceyên giran li wan dihatin kirin û carekê 20 rojan li ser hev êşkence lê hatiye kirin.

'BI ŞEV ÊŞKENCE DIKIRIN'

Mihemed bi domdarî dibêje li Emne Surekeyê êşkence bi şev dihate kirin, dema ku deriyê hicreyan vedibûn, ev ji bo wan dihate wateya destpêkirina êşkenceyê.  Mihemed dema ku behsa wan rojên dema êşkenceyê dike dibêje dema ku êşkencekar dihatin dengên heywanî derdixistin, dengên zincîran derdixin da ku her kes bibêje, 'ev ji bo min tên'' û bi van dengan re hemû girtî li benda celadên êşkencekar diman. Mihemed dibêje sedema ku êşkence bi şev dikirin ew bû ku, dema ku bi şev nû ji xew şiyar dibû, bi hesabê ku wê li xwe mikur werin ev wiha dikirin û qêrîna kesên ku êşkence li wan dihate kirin ji ber ku li ser girtiyên din dibû zexta psîkolojîk bi taybetî bi şev êşkence dikirin.

Mihemed li ser rêbazên êşkenceyê dibêje, hilçoyê Filîstînê, feleqe, elektrîk dihate bikaranîn. Pêşî girtî dikirin feleqeyê, piştre bi daran bi wan diketin û heke dîsa neaxiviyana elektrîk didan wan. Her wiha Mihemed dibêje girtî dihatin daleqandin, bi qebloyên elekrîkê elektrîk didan guh, pî, organên zayendî û binçengê girtiyan.

PENCEREYEKE BIÇÛK

Mihemed dibêje li Emne Surekê hicreyên yek kesî hebûn, odeyên mezin hebûn ku herî pir 15 kes dikaribûn bikevinê lê ji 100 kesî zêdetir dikirin wan, 5 kes dixistin odeyên ku herî pir 2 kes dikarîbûn bikevin wan, pencereyên odeyan nebûn, li hemû odeyan li bilindahiya 3 metroyan li nêzî bên pencereyên biçûk hebûn û ji wan hicre ronî dibûn. Mihemed her wiha dibêje carina li milên hev siwar dibûn û ji wan qulikan li derve dinerîn û kesê ku li derve dinerî ji yên din re behsa derve dikir. 

Mihemed ê ku 6 mehên wî bi vê rewşê, di wan hicreyan de derbas bûye, li benda darvekirine bûye, ji ber ku yên ku dianîn van deran dihatin nebedîkirin, hin jê dibirin Ebû Garîp, Bexda, Basrayê, li zindanên wan deran dihatn hiştin, kesên ku cezayê îdamê didan wan dibirin wan deran.

NEWROZÊ WÊ LI ME BIREŞANDANA

Mihemed got, ''Li ser me biryar standibûn ku Newrozê li Silêmanî li kuçeyên şên me bidin ber guleyan. Da ku sibehê dema ku gel derkete kuçeyan cenazeyen me bibînin. Em hemû li benda wê rojê bûn. Lê hêviya me hebû. Ji ber ku pirsgirêkên giran ên dewleta Beas me jî kêm zêde texmîn dikir. Ji kesên ku nû hatin girtin me bihîst ku gel ji bo Raperînê haziriyê dike. Ji bo ve her şev dema ku em radizan, me digot gelo Raperîn wê bibe û em ê azad bibin. Dema ku 5'ê Adarê li taxên jêrîn ên Silêmanî dengê çekan hat Raperînê dest pê kir, me wiha got. Dengê çekan her ku çû zêde bû. Piştre em hîn bûn ku gel bi ser biryargeha li Xebatê ya rejîmê de girtiye. Piştî demekê dengê çekan bêdengî çêbû. Me got Raperîn têk çû. Me digot ku wiha bibe rejîma Beas ji bo ku me bikuje wê bi ser me de were. Me got ku bi ser me de were em dikarin çi bikin. Me plan kir. Plana me ew bû ku deterjana ku ji bo cilşiştinê dane me, dema ku bi ser mede hatin em bavêjin ser çavê wan, çekên wan ji wan bistînin û şer bikin.''
Mihemed bi domdarî dibêje sibehê dîsa dengê çekan hatiye, wan fêhm kiriye ku li deverinan şer dest pê kiriye, di demeke kurt de gel gelek biryargehên rejîmê bi dest xistiye, sibehê ew bi dengê guleyan û bombeyên ku bi ser wan de ketin şiyar bûne, 8'ê meehê berê sibehê beşekî mezin ê zindanê hatiye bidestistin, ên bi ritbe û leşkerên ku sax mane navenda ewlehiyê bombe kirine û li wir bi gel re şer kirine û wiha dibêje, ''Ji wan pencereyên hicreyan me bang li gel kir ku em li wir in, ji bo ku deriyan bişkînin em qêriyan. Mirovan dema ku dengê me bihîstin bi baskî me ve hatin. Gel bi guleyan kilîdên deriyan şikandin, em ji zindanê rizgar kirin. Piştî ku em rizgar bûn em çûne hemû odeyên ku min ew dizanî. Me derî şikandin û hevalên xwe rizgar kirin.

Ji vê zindanê ku êşkenceyên giran li me kiribûn, bi Raperînê em azad bun. Ji cihê mayî me têkoşîna xwe domand.

'ZINDANÊN ROJHILAT Û BAKUR JÎ WÊ AZAD BIBIN'

Mirovên ku îro niha li zindanên Rojhilata û Bakur ji bo azadiya gelê me têdikoşin weke navendên wan êşkenceyan, wê werin rûxandin û azadkirin.''