Li Bedlîsê zêdeyî 300 herêm hatin qedexekirin

Dewleta Tirk li Bedlîsê 308 herêm tevahiya salê qedexe kir. Ji destpêka hefteyê ve li sê bajaran heman biryar hatin dayin.

Di daxuyaniya Walîtiya Bedlisê de hatre ragihandin ku 308 herêmên li navenda Bedlîsê, navçeyên Tetwan, Motkî û Xîzanê weke "herêma ewlekariya taybet a demkî" hatine ragihandin.

Li gorî biryara walîtiyê 308 herêm ji 1'ê Çileyê heta 31'ê Kanûna 2022'an wê qedexe bin.

4'ê Çileyê li Şirnexê 14 herêm ji bo salekê hatin qedexekirin. 3'ê Çileyê jî li Colemêrgê 11 herêm ji bo 14 rojan hatibûn qedexekirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi salane li gelek bajaran bi rêk û pêk û kêfî qedexe tê ragihandin.