Li Bedlîs û Xakurkê serdarek û 13 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Bakur û Başûrê Kurdistanê wan li dijî leşkeran çalakî li dar xistine. Yek jê serdar, bi giştî 13 leşker kuştine û 7 leşker jî birîndar kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Bakur û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“SERDARÊ JENDIRMEYAN ZAFER AKKÛŞ Û 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN”

Ev demek e ku artêşa Tirk a dagirker ji bo ewlehiya rêya Bedlîs û Hîzanê, li serê girekî bendeke kontrolê ava kiriye. Hêzên me çavdêriya tevgerên artêşa Tirk a dagirker a li ser vî girî kirine. Hêzên me di 19’ê Tîrmehê saet 14:00 li hemberî transîteke artêşa Tirk a dagirke a ku diçû vî girî, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Ev wesayît îmha bûye, Fermandarê Jendirmeyan a Navçeyê ya Navendî ya Bedlîsê serdar Zafer Akkûş jî di nav de 7 leşkerên dijmin mirine û 5 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û wesayîtên zirxî derdora qada çalakiyê bomberdûman kirine. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

ÇALAKIYA LI DIJÎ ÎSTASYONA BAZÊ

Di heman rojê de saet di 14.00’an de li Qada Şehîd Mizgîn a Tetwana Bedlîsê hêzên me li dijî îstasyona bazê ya telefonan çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de îstasyon îmha bûye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî tevgera dagirkirinê ya artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin.

LI DOLA ÇÎNGENEYÊ LI LEŞKERAN HATE XISTIN

Di 18’ê Tîrmehê de dagirkeran xwestine bi helîkopteran leşkeran bînin Qada Dola Çîngene. Hêzên me ji du milan ve li yekîneyên dijmin dane û di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.Hêzên me li wesayîta hewayî ya bêmirov li droneyê jî dane û ew îmha kirine. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî vê çalakiya hêzên me, derbeke giran xwariye û neçar maye ku hêzên xwe ji vê qadê bikişîne.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ LI GIRÊ HELÎKOPTERÊ HATE LIDARXISTIN

Di 20’ê Tîrmehê de di destê sibehê de hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya artêşa Tirk a dagirker a li Girê Helîkopterê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye û bi helîkopteran li qadê daye.

Yekîneyên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ: KUŞTÎ Û BIRÎNDARÊN DIJMÎN ÇÊBÛN

Roja 19’ê Tîrmehê hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de, li dijî yekîneya artêşa Tirk a dagirker ku li eraziyê nêzî gundê Zivîngê yê Şirnexê karên lêgerînê dikirin, çalakiya bi taktîka sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmara wan nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

LI GEVERÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 18’ê Tîrmehê saet 08:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Talê ya navçeya Gever a Colemêrgê barandin. Di vê bombeberanê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI METÎNAYÊ BARAND

Roja 19’ê Tîrmehê saet 16:30’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Girê Hakkarî yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Roja 20’ê Tîrmehê jî navbera saet 11:00 û 13:00’an herêma Şehîd Bêrîtan a Xakûrkê bombebaran kirin. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”