Li Bazidê stasyoneke bazê û 3 konteynir hatin îmhakirin

Gerîlayan li Bazidê 25'ê Nîsanê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de stasyoneke bazê û 3 konteynir hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 25'ê Nîsanê saet di 20:30'î de li navçeya Bazîd a Agiriyê li nêzî gundê Tirkmena li dijî stasyoneke bazê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de stasyona bazê û 3 konteynirê li ber hatin îmhakirin."