Li Bazarcixê mînîbus wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê, mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê, mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir. Kesekî jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Sarierîkê ya navçeya Bazarcixê, mînîbûsa ku karker tê de bûn wergeriya.
Tîmên tenduristî û arkujiyê xwe gihandin cihê bûyerê û birîndarên di hundirê mînîbusê de asê ma bûn rizgar kirin.
Tîmên tenduristiyê ragihandin ku S.A. (18) li cihê qezayê jiyana xwe ji dest da.
15 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.