Li Başûrê Kurdistanê xwendekar dîsa derketin kuçeyan

Li Başûrê Kurdistanê xwendekarên ku bûrsên xwe nekarîn bistînin, çalakiyên xwe yên protestoyê didomînin.

Nerazîbûna xwendevanên zanîngeh û peymangehê ya dijî nedana bûrsên mehane dewam dike. Îro jî bi vekirina deriyên zanîngehê re, xwendevan li zanîngehên Koye, Helebce, Ranye û Qeladizê çalakî lidarxistin.

Xwendevan li ber derê zanîngehên xwe kom bûn û bê navber dirûşmeya ‘Em daxwaza mafê xwe dikin’ qêriyan.

Tê payîn îro li seranserê Başûrê Kurdistanê xwendevanên zanîngeh û peymangehê rabin ser xwe û daxwaza dayîna xerca mehane bikin.

Heya niha Hikumeta Herêma Kurdistanê guh nedaya daxwazên xwendevanan. Hêjayî gotinê ye beriya 2 hefteyan li seranserê Başûrê Kurdistanê xwendevan rabibûn ser xwe. Lê hikumetê bi destgîrkirina xwendevanan bersiva daxwazên xwendevanan dabûn. Heya niha jî gelek xwendevan dibin destgîrkirî ne û aqûbeta wan nayê zanîn.