Li Başûrê Kurdistanê sektora dermanan li alarmê xist

Li Başûrê Kurdistanê Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê ragihand ku nêzî salekê ye ku pereyên şîrketên dermanan nehatiye dayin û ew sektor 240 milyon deyndar ketiye.

Serokê Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê Hewjîn Osman daxuyanî da û got: “Ji meha Tebaxa 2021’an ve ti pere ji bo şîrketên derman nehatiye xerc kirin. Çend mehin ku derman û pêwîstiyên nexweşxaneyan ji bazarê bi deyn tên kirîn. Dibe ku êdî bazar jî deyn nede nexweşxaneyan, ji ber ku hikûmet 240 milyon dolar deyndarê bazarê ye.”

Serokê Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê Hewjîn Osman diyar kir ku hikûmetê 41 roje mûçeyên kedkarên tendirustiyê nedaye û ji ber ku rewş dijwar bûye bang li aliyên peywendîdar kir ku pirsgirêkê çareser bike.

Hewjîn Osman axaftina xwe wiha domand: “Duh aliyên hikûmetê yên peywendîdar agahî dan ku roja Çarşemê mûçe bidin. Em weke Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê ji hikûmetê re vê demê didin ku roja Çarşemê mûçe bidin, eger heta roja Şemiya bê û nedin, em ê boykota giştî ragihînin.”

Berê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihandibû ku wê her 25’ê mehê mûçeyên karmendan bidin, lê tevî ku bermîla neftê bûye 118 dolar jî hîn mûçeyên meha Sibatê yê karmendan nehatiye dayin.