Li Başûrê Kurdistanê kampanyaya bila PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin hate ragihandin

Bi tevlîbûna bi dehan kesayet, rewşenbîr, hûnermend, siyasetmedaran bi daxuyaniyekê kampanyaya ‘’PKK bila ji îsteya terorê bê derxistin’’ hate ragihandin.

Însiyatîfa Navnetewî ya Ji Bo Kurdan Edalet ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku berhevkirina 4 milyon îmze daye ber xwe, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike.

Bi vê çarçoveyê de kampanya saet 11:00’an li salona Xak a Silêmaniyê bi tevlîbûna bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, hunemend û kesayetên Başûr bi dirûşma ‘Dem dema Azadiyê ye, Kampanya Însiyatîfa Naneteweyî: Ji bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin ku PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin’ hate ragihandin.

Piştî amadebûna hûnermend, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî yên Başûrê Kurdistanê çalaki destpê kir.

Destpêkê Siyasetmedar Ferhat Sengawî li ser Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê helbestek xwend û piştre ji komîteya Amadekar Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî li ser kampanyay axivî.

Penciwênî anî ziman  di lîsteya terorê de bicihkirina PKK’ê biryareke siyasî ye û li ser daxwaza dewleta Tirk hatiye girtin.

Siyasetmedar Emîn Pênciwênî ragihand  Tirkiye û hêzên dagirker ji bo Kurdan tine bike bi komployekê ya 15’ê Sibata 1998’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin û PKK’ê xistin lîsteya terorê û got: “Bi vê çarçoveyê de Serok Apo dîl girtin. Ji bo Kurdan jî qir bikin û êrîşên xwe yên terorî li Bakurê Kurdistan bidin rewakirin jî PKK xistin lîsteya terorê.”

Penciwênî li ser derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî ev got: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wateya, rewabûna doza Kurd. Naskirina Kurdan a li cîhanê. Heman demê dibe deriyek bo Kurd siyasî di serî de li Bakurê Kurdistan, Ewropa û Cîhanê.”

Siyasetmedar Emîn Pênciwênî herî dawî ragihand ku li Başûrê Kurdistanê jî bi ragihandin vê kampanyê piştevaniya xwe ya ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê nîşan didin û daxwaz ji her kesê kir ku piştevaniya vê kampanyê bike û îmzeya xwe dane binê vê kampanyê.

Piştre komîteya kampanyayê xwe da nasîn û li ser kampanyê axaftin kirin.

Herî dawî jî beşdarvanên li salonê mafê axaftinê girtin û ragihand ku divê demildest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.