'Li Başûrê Kurdistanê divê piştgiriyeke xurt ji kampanya ji bo PKK'ê re bê dayin'

Ji Serkirdeyên YNK’ê Bilêse Cebar Ferman bal kişand ser girîngiya derxistina PKK’ê ya ji 'lîsteya terorê' got: "Ji destpêkê ve biryara DYE û Ewropa ya xistina PKK’ê li nava lîsteya terorê şaştî bû."

Li Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna dehan nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendan kampanya PKK ji lîsteya terorê bila bê derxistin hate ragihandin.

Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Yekîtiya Nîştîman a Kurdisanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman ku tevlî kampanyê bûye û piştevaniya xwe anî ziman ji ANF’ê re axivî.

Bilêse Cebar Ferman bal kişand ser biryar Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Ewropa ya têkildarî xistina PKK'ê li nava 'lîsteya rêxistinên terorê' û got, "Biryareke şaş e ku tevgerek şoreşgerî û azadîxwaz PKK li nava lîsteya rêxistinên terorê bê bicihkirin."

Bilêse diyar kir ku ev kampanya li tevahiya cîhanê hatiye ragihandin, lewma divê li Başûr jî piştevaniyeke xurt ji kampanyayê re bê dayin. Bilêse wiha got: "Ev biryar ne tenê li dijî PKK’ê ye, di heman demê de li dijî mafên gelê Kurd e."

Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û wiha domand: "PKK li gel têkoşîna ji bo azadiya gelan, têkoşînek taybet ji bo rizgariya jinan jî dike. Li gorî vê kengê jin azad bû civak jî azad dibe. Ji bo wê divê hemû jin piştevaniyê bi kampanyayê re bikin."