Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo desteka Efrînê

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê çalakiyên destekdayinê hatin organîzekirin.

Li Başûrê Kurdistanê li gelek bajaran gel xwe hazir dike ku li dij hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê derkeve kuçe û kolanan. Li Silêmanî, Ranya, Derbendîxan, Seyîdsadiq îro saet 14.00’an û 15.00’an gel ji bo Efrînê wê derkeve meydanan. Li bajarokê Sînûnê yê Şengalê jî gel ji bo Efrînê wê bimeşe.

Sibe jî li Duhokê û Kifrî ya herêma Germiyanê gel ji bo Efrînê wê derkevin qadan. Çalakiyên li Duhokê saet 15.30’an wê dest pê bikin. Çalakiya li Kifrî jî heman saetê li navenda bajêr wê bibe. Bang li gel hate kirin ku tevlê çalakiyê bibin.

Li Silêmanî jî komeke di bin banê Siyaseta Demokratîk û Akademiya Ramanê de komek rewşenbîr, nûçegihan û akademîsten bi navê ‘’Piştgiriya ji bo Efrînê’ kampanyayek da destpêkirin. Di kampanyayê de armanc ew e ku çalakî werin organîzekirin û bihîstyarî were çêkirin.