Li Başûr kedkar dîsa daketin qadan
Li Başûrê Kurdistanê ji ber ku bi salan e hikumet meaşê kedkar û karkeran nade, kedkar û karker dîsa daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Li Başûrê Kurdistanê ji ber ku bi salan e hikumet meaşê kedkar û karkeran nade, kedkar û karker dîsa daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Li herêmên Helepçe, Raperîn û Kelarê yên Başûrê Kurdistanê kedkar û karker, ji ber ku hikumet bi salan e meaşê wan nade, daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan.
HELEPÇE
Karkerên ku li ber Walîtiya Helepçeyê kom bûn, ji ber ku hikumet meaşê wan nade, çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Karkeran diyar kirin ku hikumet bi salan e meaşê wan nade û para ku tê dayîn jî ji sedî 30 ye û xwestin daxwazên wan bi cih werin.
Karker û kedkaran hikumet protesto kirin û daxwazname dan Walîtiya Helepçeyê da ku daxwazên wan were bicihanîn.
RAPERÎN
Karkerên ku li Raperînê daketin qadan xwestin ku bila hikumet meaşê wan bide û şertên wan ên jiyanê were başkirin.
KELAR
Kedkar li Kelarê jî daketin qadan û polîtîkaya hikumetê ya li dijî kedkaran protesto kirin.