Li Bane kolberek hat qetilkirin

Di encama gulebarankirina komek kolberan ji aliyê hêzên rejîma Îranê kolberek jiyana xwe ji dest da, kolberek jî birîndar bû.

Hat zanîn ku vê êvarê li herêma sînorî ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê çekdarên Îranê gule li komek kolberan reşand. Di encama vê gulebaranê de kolberê bi navê Mêhran Rehmanî (24) ku 2 sal bû zewicî bû jiyana xwe ji dest da û kolberek din ê bi navê Îbrahîm Rehmanî (45) jî birîndar bû. Her du kolber xelkê gundê Menîclan a Bane ne.

Her wiha hat fêrbûn ku çekdarên Îranê di demekê de gule li kolberan reşandinde ku ti barekî wan tinebûye.