Li bajarên Kurdistanê çalakiya, ''Me dişelihînin'' berbelav dibe

Li Amedê gelek esnafan nivîsa ''Me dişelihînin'' bi camên kargehên xwe ve kirin û bal kişandin pergala şelihandinê ya desthilata AKP-MHP'ê.

Li Çewlikê piştî ku esnafan fatoreyên elektrîkê bi camên kargehên xwe ve kirine û nivîsa ''Me dişelihînin'' li rex danîn, li Amedê jî esnafan eynî nivîs bi camên kargehên xwe ve kirin.

Li Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê gelek esnafan nivîsa, ''Me dişelihînni! Êdî bes e ji zilma TEDAŞ'ê re'' bi camên xwe ve kirin û li dijî fatoreyên elektrîkê helwest nîşan dan.

Davud Karakuzu ku karê kirîn û firotina telefonan dike, helwest nîşan da ji ber ku fatoreya wan a elektrîkê bûye 1150 lîre û got, ''Belê esnaf bi temamî dikarin dirabeyên xwe bînin xwarê. Ne pir dûr e. Kar nîne.'' Karakuzu got, ''Mehê 4 lîre karê me hebe, ji vê 1150 diçe ji elektrîkê re. 2000 lîre diçe ji personelan re û 1000 lîre ji xwarinê re. Di dest de tiştek namîne.''

Esnaf Şiyar Goktîmûr jî got, ''Mijdar-Kanûna sala 2021'an fatoreyên me 500-600 lîre bûn, îro bûye 2-3 hezar lîre.''

Goktîmûr got, ''Hindika meye mesele ji eyar bikeve. Ne ji bo ku krîza aborî heye ji bo ku em nema dikarin alîgirên wan û sermiyadaran têr bikin.''