Li bajarên Kurdan terora destgîrkirinê

Polîsên Tirk li Amed, Êlih û Sêrtê avêtin ser gelek malan û herî kêm 3 kes destgîr kirin.

Serdegirtin ji navenda Amedê hate kirin. Li navçeya Baglarê Sîlan Kartal di serdegirtinê de hate destgîrkirin. Di dema serdegirtinê de alavên li malê hatin belavkirin û hin wêne hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyan, polîsan heqaret li şêniyan kirine. Sedema destgîrkirinê nehate eşkerekirin.

Li navçeya Hawêl a Sêrtê jî Yûsûf Genç hate destgîrkirin û ew birin Amedê.

Li Êlihê jî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Vedat Ozer û Vedat Guler hatin destgîrkirin û herdu ciwan birin Amedê.