Li bajarên berxwedanê nifşên nû radibin

Li Kobanê ya ku ji çar parçeyên Kurdistanê ciwan hatibûn û têdikoşiyan, niha jî ji her çar parçeyan hîndekar li Zanîngeha Kobanê nifşê nû perwerde dikin.

Zanîngeha Kobanê ya ku sê sal berê hatibû avakirin heta niha di warên Fîzîk, Kîmya, Biyolojî, Wêje û Zimanê Kurdî perwerde dida. Di sala pêş de wê Fakulteya Tipê jî were vekirin. Zanîngeha Kobanê 200 xwendekar û 46 hîndekarên wê hene, ber bi dawiya serdema perwerdehiyê ya sala 2018-2019’an de wê bi beşên nû li kampusa nû dest bi perwerdehiyê bike.

Ji çar parçeyên Kurdistanê ciwanên Kurd hatibûn Kobanê û li dijî DAÎŞ’ê şer kiribûn û ev bûbû wekî ‘zanîngeha berxwedanê’. Heta niha ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek hîndekar hatine zanîngehê.

Hîndekarê Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Delîl Hesen ji Beşa Soranî ya ANF’ê re axivî. Delîl diyar dike ku zanîngeh di sala 2017’an de hatiye avakirin û ji parçeyên din ên Kurdistanê gelek hîndekaran berê xwe dane zanîngehê.

‘BI KEDA ŞEHÎDÊN ME HATE AVAKIRIN’

Hesen diyar dike ku ew hewl didin kesên perwerdebûyî bigihînin û got ku “Li vê derê berxwedaneke mezin hate nîşandan, yek ji berhema wê kedê jî ev zanîngeh e. Divê em civakeke li gorî nirxên şehîdan ava bikin. Peywireke mezin li zanîngehan dikeve.”

‘WÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ ZANISTÊ’

Hesen diyar kir ku armanca wan a pêşîn ev e ku Kurdî bibe zimanê zanistê û got ku “Em gelekî girîngiyê didin vî tiştî. Dagirkeran her dem gotin ku bi Kurdî zanist nayê kirin û em ji zimanê me sar kirin. Lê em jî diyar dikin ku Kurdî çawa zimanê çand û hunerê ye, ew ê bibe zimanê zanistê jî.”

FAKULTEYA TIPÊ TÊ VEKIRIN

Hesen diyar dike ku wê sala pêş fakulteya tipê vekin û got ku “Bi şer re gelek bijîşk çûn derveyî welat. Ji ber vê jî em gelekî ditengijin. Me jî biryar da ku ev fakulte divê bi lez were vekirin.”

Hevseroka Meclîsa Xwendekaran a Zanîngeha Kobanê Yasmîn Mislim jî diyar dike ku Kobanê bajarekî berxwedanê ye û ew gelekî bextewar e ku li vî bajarê berxwedanê dixwîne. Mislim got ku “Ev der cihê berxwedanê ye.Di her bihusteke vê axê de xwîna şehîdên me heye. Di encama berdêla wan de ev zanîngeh hate avakirin. Ez bawer im ku di nava demeke kurt de Zanîngeha Kobanê serkeftinên mezin bi dest bixe.”