Li bajarê Tirk Aydinê nîjatperestan 3 kes lînc kirin

Li navçeya Efeler a Aydinê ya Tirk komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, 3 kesên di wesayîteke lînc kirin.

Li gundê Emîrdogan ê navçeya Efeler a Aydinê, komeke nîjadperest a ji 100 kesî pêk dihat, bi angaşta ku hatine  daristanan biweşitînin wesayîteke bipîlaqeya Balikesîrê dane sekinandin û 3 kesên di wesayîtê de lînç kirin. Li ser agahdarkirinê leşker hatin gund û 3 kesên ku hatin lînçkirin destgîr kirin û birin Qereqola Jandarma a Efelerê.
 
Di dîmenên de koma ku ji nêzî 100 kesî pêk tê bi dûrişmeyan dibeje "bila geber bibin", hewl didin pêşiya wesayîta leşkeran bigirin, ku 3 kesên lînckirî tê de ne.
 
Çavkaniyên herêmî gotin koma nîjadperest ji ber ku di wesayîtê de tÛp û bîdoneke mazot hebûye her sê kesan lînç kirine.