Li Bagokê sewqiyata leşkerî tê kirin û kemîn tên danîn

Hate hînbûn ku hêzên dagirker ên Tirkiyeyê li qada Bagokê ya Nisêbînî nêzî gundan kemînan datîne.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin, li gundên bejahiya Bagokê ya li Nisêbînê sewqiyatên leşkerî tên kirin.

Hate ragihandin ku li qada çiyayê sewqiyat tên kirin.  Hate ragihandin ku li gundên çiyê leşker kemînan datînin.

Hêzên dagirker daketine gundê Marînê û bi roj xwe vedişêrin û bi şev jî li qadê digerin.

Li herêmê hê tu şer pêk nehatiye û derbarê amadekariya leşkerî hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.