Li Bagokê operasyona leşkerî

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker ev 2 roj in li herêma Bagokê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh kiriye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, artêşa Tirk a daigrker li Çiyayê Bagok a girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 2 roj in dest bi operasyoneke leşkerî kirine.

Hate ragihandin wesayîtên zirxî û bi hezaran leşker tevlî operasyonê bûne. Çavkaniyên xwe cihî ragihandin ku operasyon ji geliyê Marin destpê kiriye, gundên Sêdarî, Xirbê Mişka û Badbe li xwe digre û beriferh dibe.