Li Bagokê derdora goristana gerîla hate bombekirin

Hate diyarkirin, dewleta Tirk 11'ê Kanûnê goristana gerîlayên HPG/YJA Starê ya li Çiyayê Bagokê bombe kiriye û ji bo kolandinê kepçe biriye herêmê.

Operasyona ku dewleta Tirk a dagirker 11'ê Kanûnê li Çiyayê Bagokê ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dayî destpêkirin didome.

Diyar bû ku tîmên taybet û jender me li hin cihên herêma bejahî bi cih bûne û bi rojan e li herêmê tevgera helîkoptêran heye.

Hate ragihandin ku 12'ê Kanûnê balafirên şer ên dewleta Tirk derdora goristana gerîlayên HPG-YJA Starê bombe kiriye. Her wiha hate gotin qada di navbera gundê Marînê û Xirbê Xelo de jî hatiye bombekirin.

Jêderên xwecih gotin kepçeyek şandine herêma ku tevgera leşkerî lê didome û bi kepçeyê Şikefta Silo ev 2 roj in tê kolandin.