Li Semsûrê 2 kes hatin girtin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li Semsûrê de rêveberê bajar ê berê yê DBP'ê Yûsûf Bagirci û mamoste Erdal Çitrik ên hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

Du kesên di operasyona qirkirina siyasî ya 22’yê Tîrmehê pêk hat de, hatibûn destgîrkirin hatin girtin.

Rêveberê berê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Semsûrê Yûsûf Bagirci ê li gund Çix a navenda Semsûrê û mamoste Erdal Çitrik ê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatibûn girtin li gundê Mestan a Çêlikan hatibûn destgîrkirin, piştî îfadeyên li Midûryeta Emniyetê ya Semsûrê, îro sewqî Edliyeya Semsûrê hatin kirin.

Bagirci û Çitrik ên bi îdîaya ‘bi alîkarîkirina rêxistin û cihdayînê’ hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Samsûrê.