Li avahiya qeymeqamiyê ya Cizîrê hewldana xwekuştinê
Li Cizîrê kesê bi navê Nezîr K. xwe ji ser avahiya qeymeqamiyê avêt û hewl da xwe bikuje.
Li Cizîrê kesê bi navê Nezîr K. xwe ji ser avahiya qeymeqamiyê avêt û hewl da xwe bikuje.
Kesê bi navê Nezîr K. derket qatê 4'an ê avahiya qeymeqamiya navçeya Cizîrê ya Şirnexê û hewl da xwe bikuje.
Nezîr K. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, der barê wî hîn daxuyaniyek nehatiye dayin.
Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku Nezîr K. jiyana xwe ji dest da.