Li aqûbeta Yenîsoy ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû ‘windakirin’ pirsîn

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, li aqûbeta Tûrgût Yenîsoy ê li Bismilê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû ‘windakirin’ pirsîn.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di hefteya 634’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ser hesabên xwe yên medya dijîtal lidar xistin. Di çalakiyê de pirsa aqûbeta Tûrgût Yenîsoy ku di sala 1994’an de li navçeya Bismilê ji aliyê leşkeran ve li Toroseke Spî hat siwarkirin û hat windakirin, hat pirsîn. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr vegot.

Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku bavê 6 zarokan Tûrgût Yenîsoy (25) li navçeya Bismil a Amedê, bi dikaneke debara xwe kiriye û di sala 1992’an de dikane wî ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin û piştre hatiye binçavkirin û wiha got: “Dema destgîrkirî bû êşkence li Yenîsoy hatiye kirin. Piştî bûyerê timik leşkeran bi ser mala wî de girtine û sîxûrtiyê lê ferz kirine. Herî dawî ji ber ku sîxûrtiyê red dike gefên kuştinê lê Yenîsoy tên xwarin û di 4’ê Cotmeha 1994’an de ji Alaya Qomando ya Bismilê çawişên pispor ên bi navê Ahmet, Recep û Suleyman bi Toroseke Spî wî ji mala wî digirin. Nahilên ku Yenîsoy kincê xwe jî li xwe bike û li dayika wî jî didin. Dibêjin em wî dibin qereqolê lê wî dibin berderê Girtîgeha Tîpa E ya Bismilê. Ji ber vir jî wî dibin devereke din.”

Demîr bibîr xist ku dayika Yenîsoy Nezrîfe Yenîsoy roja bûyerê seri li Serdozgeriya Komarê ya Bismilê dide û piştre serî li Miduriyeta Polian a Navçeyê, Tûgaya Qomando ya Navçeyê, Serdozgeriya Komarê ya DGM’ê ya Amedê û Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte jî dide û bersiva “kurê te ne destgîrkirî ye” digire.

Demîr diyar kir ku li Fermandariya Alayê ya Bismilê êşkenceyeke giran li Yenîsoy hatiye kirin û van gotinên xwişka wî Şermîn Ûzalp ragihand: “Çawişên pispor Ahmet û Recep timik sîxûrtiyê lê ferz dikin. Dema ku birê min qebûl nekir gefa kuştinê le xwarin. Destûr nedidan ku birê min ji Bismilê derkeve. Heta dixwestin ku her roja dema ku ji kar derkeve biçe îmze bide wan. Timik lê didan, wî destgîr dikirin. Ji Fermandariya Alayê ya Bismilê çawişekî pispor ji min got ku birayê te bi êşkenceyê hatiye kuştin. Dema ku min xwest vê piştrast bikim bertîleke ku ez nikaribûm bidim ji min xwest.”

Demîr bilêv kir ku malbat serî li saziyên rayedar daye lê encamek negirtiye û ev tişt got: “Ji roja ku Yenîsoy hatiye binçavkirin ve agahî jê nayê girtin û aqûbeta wî meçhûl e. Em daxwaz dikin ku aqûbeta windayan derkeve holê û faîl li pêşberî darazê bên cezakirin. Em daxwaz dikin ku ji bo bûyerên windakirinê “Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetê” bê avakirin û edalet pêk bê.”