Li Antalyayê nîjatperestên bi çek pêşiya hevserokê HDP’ê girtin

Li navçeya Doşemealti ya Antalyayê komek nîjatperest pêşiya hevserokê HDP’ê Mehmet Denîz girtin, pirsa nasname kirin. Denîz got: “Ev provakasyon in.”

Nîjatperestiya bi şewata daristanan re zêdetir bû, vê carê Hevserokê HDP’ê ya Doşemealti Denîz Donmez hatiye hedefkirin.

Nîjatperest bi taybet li taxên bejahî û navenda navçeyê di bin çavdêriya polîsan de nasnameyan kontrol dike.

Nîjatperest di rojên dawî de li Manavgat, Gazîpaşa, Alanya rê dibirin û êrîşî kesan dikin, hewldana êrîşê ya li navçeya Doşemealti ya navçeya Antalyayê roja Sêşemê saetên şevê pêk hatiye.

Komên nîjatperest ên li devera TOK’iyê rê girtin, kesên di wesayîtên radiwestînin de, dest bi lêpirsîna wan dikin.

Mehmet Denîz ê di saetên şevê de dema ji vegera ku mêhvanên xwe ji otogarê oxir dikir, li devera TOK’î ji aliyê nîjatperestan ve hate rawestandin.

Denîz anî ziman ku ji aliyê 2 kesên ku li destê wan fener heyî ve hate rawestandin.

Denîz diyar kir ku temenê nêzî 20 kesî ku temenê wan navbera 16-40’î bûn, dor li wesayîta wî girtiye, destnîşan kir ku ji derveyî 2 kesî yên din hemû biçek bûn.

Denîz got: “Dema min got diçim mala xwe, navnîşana mala min û nasname xwestin. Min got, ne li ba min e. Dema min pirsa ‘Hûn ne leşker, ne polîs in, ev çiye? bersiva ‘Em dizanin armanca me çiye, hûn nizanin’ da.”

Denîz da xuyakirin ku piştre rê da ku derbas bibim û got: “Ev provakasyon e. Tiştek bibe wê li me tevan bibe. Li heman navçeyê bi hev re dijîn.”