Li Amedê Vedat Aydin hate bîranîn

ÎHD û Xizmên Windaya, Serokê HEP’ê yê Bajar Vedat Aydin ê dema desgîrkirî hate qetilkirin bibîr anîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 491’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtîn û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê lidar xist. Wêneyên windayan hildan. Rêveberên ÎHD û Odeya Tabîban a Amedê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê Tîrmeha 1991’an hate destgîrkirin û piş re cenazeyê wî li navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin bibîranîn.

Di çalakiyê de destpêkê Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Racî Bîlîcî axivî û bibîr xist ku kuştina Vedat Aydin destpêkek bû û ji ber Aydin têkoşîna azadî, demokrasî û mafê mirovan bi rê ve dibir di hedefa JÎTEM’ê de bû.

 Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytun jî destnîşan kir ku Vedat Aydin di têkoşîna mafê mirovan de neferek girîng bû û got: “Heta ku bûyerên wê demê ronî nebin wê ev deriyên tarî jî vekiribîn.”

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin behsa çîroka windabûn, dîtin, merasîm û doza Vedat Aydin kir û ew bibîr anî. Yalçin da zanîn ku Aydin ê ku bû serokê HEP’ê yê Amedê ewil destgîrkir û piştre ew kuştin û behsa merasîma cenazeyê Aydin a ku gelek mirov jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn kir. Yalçin anî ziman ku kujerên Aydin diyar in û di dosyeya lêpirsîna Aydin a 20 salan de tu tiştek nehat tespîtkirin.

Piştî axaftinan çalakiya 5 deqîqeyan a rûniştinê li dar xistin.