Li Amedê tecrîda li Imraliyê hate şermezarkirin

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Baroya Amedê şermezar kirin. Nûnerên HDP'ê, DPB'ê, malbatên Nobeta Adaletê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê Bajêr ê DBP'ê yê Amedê Hayrettîn Altûn berxwedana malbata Şenyaşar ya ji bo adaletê bi bîr xist û got, ''Divê îzolasyon û tecrîda li ser girtîgehan were rakirin. Em diyar dikin ku em vê qebûl nakin û ev zilm e.'' Altûn her wiha diyar kir ji bo ku adalet bi cih were ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez jî Garîbe Gezer bi bîr xist û got, ''Ev ji siyasetê ne bêrî ye. Nêzîkatiya AKP-MHP'ê ya li Kurdan nêzîkatiya wan a li demokrasî û mirovahiyê ye. Em di pêvajoyeke wiha de ne ku maskeya desthilatê ketiye. Tişta ku li Garîbe Gezer hatî kirin,helwesta li dijî wan kesan e ku ji demokrasiyê û jiyana hevpar bawer in.''

Gulmez bi berdewamî diyar kir dewlet mirovên ku wan digire û dixe girtîgehê bi hêviya mirinê ve dihêle û got, ''Daraz, rêveberiyên girtîgehan hevkarê vî sûcî ne. Em gilih jî dikin. Ev bi hêviya mirinê ve hatin hişti. Dibe ku hûn bigirin an jî darizînin lê mafê jiyanê yê van mirovan heye. Hûn nikarin wiha nêzîkatî li wan bikin .''

Gulmez tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, ''Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdûllah Ocalan nayê qebûlkirin. Ev sûcê li dijî mafê mirovan e.''