Li Amedê tecrîda li Îmralî hate protestokirin

KCD, TJA, BDP û HDP li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke girseyî lidar xist.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek rêxistinên civakî ya sivîl ên bajar, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajar daxuyaniyeke girseyî ya çapemeniyê lidar dixin. Parlementer û hevserokên ku li Kolana Hunerê hatin ba hev, polîsan pêşî li wan girtin û rê nadin ku daxuyanî bidin, bi bendan ketin û derketina Kolana Şaîr Sirri Hanim û Camî yên diçin Kolana Hunerê girtin. Li dorî Kolana Hunerê bi sedan wesayîtên zirxî û hatin bicihkirin. Her wiha polîsan dor li avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê jî girtiye.

Rê nayê dayîn ku gel ber bi Kolana Hunerê ku wê daxuyanî lê bê dayîn ve biçin. Hevserok KCD’ê Berdan Ozgurt, aktivîstên TJA’yê, Hevserokên DPB’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlementerên HDP’ê Pero Dundar, Remziye Tosun, Dersim Dag, Hişyar Ozsoy, Ayşe Acar Başaran, Îmam Taşcîer, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiya li Kolana Hunerê dest bi meşê kirin.

Girseya ku li ser rê kom bûn, ber bi Rêya Gevranê bi dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser kevin’ û ‘HDP gel e, gel li vir e’ ketin meşê.

Li ser Rêya Gevran polîsan êrîş bire ser komê. Di êrîşê de Parlementera Amedê Remziye Tosûn kete erdê û ji destê xwe birînar bû, polîsan li hinek parlementeran jî da. Li ser rê girse ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Li cihên cuda yên başjar, xwepêşandan didome û dirûşm tên qîrkirin. Di nava dorpêçê de kesek ji ser hişê xwe çû, piştî saetan ambûlans hate rakirin nexweşxaneyê.

Çalakiya komê ya hatî dorpêçêkirin didome.

Di nava dorpêçê de ji wekîlên HDP’î Tayyîp Temel axivî û got: “Çi dibe bila bibe îro ji vir ranabin. Em îro ji bo tecrîda li Îmralî li vir in. Ji bo qetlîama li Îzmîrê li vir in. Ne HDP’ê çeteyan aseng bikin. Têkelî gel nebin. Berdin em daxuyaniya xwe bidin. Em îro rû bi rûyê êrîşeke nemerd hatine. Li du hevalên me hatine dayîn.”

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî di nava dorpêçê de axivî û got: “Em li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan li vir in. Ji bo aştiyê li vir in. Ji ramana xwe gav bi şûnde navêjin. Em li dijî tecrîdê ne.”

 Girseya di nava dorpêça polîsan de ye bê navber dirûşmên ‘HDP gel e gel li vir e’, ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ye’, ‘Kurdistan goristan ji bo faşîstan’ û ‘Denîz Poyraz namire’ qîr dikin.