Li Amedê serdegirtina malan: Rojnamevan Nûrcan Yalçin hate destgîrkirin
Polîsên Tirk li Amedê avêtin ser mala rojnamevan Nûrcan Yalçin û ew destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Amedê avêtin ser mala rojnamevan Nûrcan Yalçin û ew destgîr kirin.
Polîsên Tirk avêtin ser mala rojnamevan Nûrcan Yalçin a li navçeya Peyasê ya Amedê û ew destgîr kirin. Li ser sedema destgîrkirinê agahî nehate bidestxistin.
Yalçin birin Şaxê TEM'ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û hevdîtina parêzeran a pê re ji bo 24 saetan hate qedexekirin.