Li Amedê şahiya zimanê zikmakî: Em xwedî li Kurdî derbikevin

Li Amedê di çarçoveya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de bal hat kişandin li ser dijmantiya delweta Tirk a li hemberî zimanê Kurdî û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hat kirin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Wêjeya Kurdî di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li Yenîşehîra Amedê li salona dawetê şahiyek lidar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û ziman Her wiha gelek nûnerên gel jî tevlî şahiyê bûn.

Di salona ku cejn lê hat lidarxistin de pankartên "Zimanê me hebûna me ye", "Zimanê Kurdî stûna bingehîn a neteweyî ye", "Zimanê me rûmeta me ye" û "Aştiyeke mayînde bi azadiya zimanê Kurdî pêkane" hatin daliqandin. Jin û zarok bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de bi stranên Kurdî demeke dirêj gowend hatin gerandin.

'HEWL DIDIN KU ZIMANÊ KURDÎ XIRAB BIKIN'

Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî diyar kir ku 21'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke girîng e û got, "Tevî ku li vê erdnîgariyê rondik û xwîn heye jî, me pêwîstî dît ku li dijî êrîşên li ser zimanê Kurdî çalakiyan lidar bixin. Divê zimanê Kurdî ji dibistana dayikê heta zanîngehê bibe zimanê fermî yê perwerdeyê, li Tirkiyê bi kanaleke wek TRT 6’ê hewl didin zimanê kurdî xirab bikin. Li aliyê din dersên hilbijartî di rojevê de ne, ev yek girîng e. Lê ne têrker e. Ji ber ku divê zarok bi zimanê xwe dest bi dibistanê bikin û perwerdeyê bibînin. Ger dersên hilbijartî ji bo welatiyên biyanî bin, em vê yekê qebûl nakin.”

'JI BER KU KURDÎ AXIVIN HATIN KUŞTIN'

Ronî got, "Gelek kes ji ber ku bi Kurdî axivîne hatin qetilkirin. Me ev yek di kêrkirina bav û kurê li Sakaryayê de dît. Di şewitandina malbata Dedeogûllari ya bi hinceta ku li Meramê ya Konyayê Kurd in de me bêtehamuliya li hemberî Kurdan dît. Ez Ehmede Xanî, Şîrîn Elem Huyî û Elî Herîrî ku ji bo zimanê Kurdî ked dane û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest danî bibîr tînim. Dema ku Ferzad Kemanger hat îdamkirin ev gotin got: “Dilê min bigre, bila di dilê zarokekî Kurd de bijî.” Ji vir ve em şahiya xwe diyarî zarokên li kampên Efrîn, Serêkaniyê, Şengal û Mexmûrê dimînin dikin."

Piştî axaftina Ronî, sînevîzyona ku dîroka saziyên ji bo zimanê Kurdî hatine vekirin û piştre hatin girtin, hate nîşandan.

'ZIMAN RUH E Û DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERBIKEVÎN'

Piştre Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku ziman nasname ye. Aydenîz got, "Ziman ruh e. Ger neteweyek xwedî ruh nebe, ti tişt nîne. Ji ber vê yekê divê em xwedî li ruhê xwe derbikevîn. Weke ku hûn jî dizanin îro ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê gelek têkoşîn hat dayîn. Divê ziman sînordarê rojekê nekin. Ji ber ku ziman jiyan e. Mîna ku Îpek Ateş ji kurê xwe digot, 'Kamber Ateş tu çawa yî?' ; polîtîkayên wê demê yên li ser Kurdan îro jî dewam dikin. Çi dibe bila bibe, em ê vê bêrêziyê qebûl nekin, têkoşîna ziman bidomînin."

Aydenîz bal kişande ser polîtîkayên cihêkariyê yên li ser zimanê Kurdî û îşaret bi tayînkirina mamosteyan a ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ve tên kirin kir. Aydenîz got, "Me dît ku hejmara tayînkirina mamosteyên Kurdî çiqasî kêm e. Bi sedan mamosteyên bi rûsî û îngilîzî hatin tayînkirin, ji bo Kurdî tenê 3 mamoste hatin tayînkirin. Ji vir jî em dibînin ku çawa nêzî Kurd û zimanê Kurdî dibin. Em qebûl nakin. Ev durûtî ye. Dixwazin zimanê zikmakî bê tunekirin. Tevî van hemûyan jî ji ber ku nekarîn zimanê Kurdî tine bikin, îro hewl didin zaravayên Kurdî ji hev veqetînin. Bi veqetandina zaravayan ji hevdu hewl didin perçe bikin. Lê belê em dibêjin ku zimanê Kurdî yek e û em rê nadin ku ji hev belav bibe. Divê hemû xebatên me li ser ziman be. Ez roja ziman li her kesî pîroz dikim."

'DIVÊ HER DAYIK LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERBIKEVE'

Ji Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Devîren, Endamê Komeleya Arsîs Hamît Dîlbahar û ji Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Gulşen Demîr jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya ziman.

Di dawiyê de Dayika Aştiyê Kudret Erzîndan axivî. Erzîndan roja ziman li girtiyên li girtîgehan pîroz kir û got, "Divê her dayik zimanê xwe biparêze û zimanê xwe fêrî zarokên xwe bike. Me ji bo vî zimanî gelek şehîd dane. Em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."

Piştî axaftinan bername bi skêçek ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve hatibû amadekirin û pêşkêşkirina helbestên helbestvanên Kurd ve bername berdewam kir. Piştî pêşkêşkirina helbestan sertîfîka ji bo perwerdekarên li MED-DER'ê dixwînin hatin dayîn. Şahî bi derketina ser dikê ya koma muzîkê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi dawî bû.