Li Amedê rêxistinên civakî ji bo nirxandina pêvajoya siyasî kom bûn

Bi pêşengiya Rêxistina HDP'a Amedê ve bi tevlîbûna rêxistinên civakî, bi mijara nirxandina geşedanên siyasî civînek hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ve bi tevlîbûna sazî û rêxistinên bajêr civînek hat lidarxistin. Di civîna ku ji bo nirxandina geşedanên siyasî hat lidarxistin de li eywana civînê pankarta “Em bi rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyên civaka sîvîl re tên cem hev" hat daliqandin.

Di destpêkê de Hevseroka HDP'aAmedê Gulistan Atasoy axivî û destnîşan kir ku kaosa li Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe û got: “Di van şert û mercên ku em di nav de derbas dibin de em bêtir alozî û kaosên di nav Tirkiyeyê bêhtir dibînin û dişopînin. Pêvajoya siyasî ku em têde derbas dibin bi her cûreyê zext û tundiyê re rûbirû tên. Li herêmê konseptên şer ê taybet tê meşandin. Amed jî yek ji wan bajarê ku tê xwestin bi polîtîkayên şer ên qirêj ji xwebûna xwe dûr bikeve. Em dixwazin îro têkildarî van alozî û pirsgirêkên Tirkiye û herêmê li vir nîqaş bikin."

Atasoy destnîşan kir ku bi saetan pesnê Amedê bê kirin têr nake û wiha bi lê kir: "Ji bo ku mirov bajarekî girîng bike divê mirov li dîroka wê binêre. Sîstem hewl dide ku li cihê ku nikaribe serdest bibe dihelîne. Em niha mînakek şênber a vê rewşê dijîn. Her wiha tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir, niha li hemû girtîgehan belav bûye. Her heftê cenazeyek ji girtîgehan derdikeve. Pêdiviya me bi siyaseteke demokratîk heye. Bi hatina cem hev em dikarin vê tiştî pêk bînin. Em dizanin ku siyaseta faşîzmê nikare pirsgirêkên civakê çareser bike. Lê belê em ê bi rêxistin û têkoşîna xwe faşîzmê têk bibin.”

Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.