Li Amedê partî ji bo ''Yekîtiya Netewî'' kom bûn

HDP û partiyên Kurdistanî bi rojeva yekîtiya netewî kom bûn. Tê payin ku di kombûnê de hin biryar werin standin.

Partiyên Kurd bi rojeva yekitiya neteweyî li Amedê li hev kom bûn. Tê payîn ku biryarên girîng werin standin. 
 
Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi rojeva 'yekitiya neteweyî' li Navenda Giştî ya Partiyê Herêmên Demokratîk ya Amedê hatin gel hev. Li gel ku banga tevlîbûna kombûnê li wan hate kirin jî nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) tevlî kombûnê nebûn. 
 
‘NE PARTÎ GELÊ KURD WÊ ESAS BÊ GIRTIN'
 
Tê payîn ku di kombûnê de ya ku ji çapemeniyê re girtî ye, dîrok û naveroka komxebata ku bi beşdariya partiyên ku li herêmê û Tirkiyeyê siyaset dikin bê lidarxistin û nexşerêyek bê avakirin, bê diyarkirin. Her wiha di kombûnê de tê armancakirin ku naveroka hevdîtinên heyetên ku bên avakirin û li Ewropa, Herêma Federa ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinan bikin, bê nirxandin. Hat diyarkirin ku di kombûnê de li şûna pêşaniyên alî, partî û rêxistinan wê pêşaniyên gelê Kurd esas bêne girtin.