Li Amedê operasyonên qirkirina siyasî: 12 siyasetmedar hatin girtin

12 siyasetmedarên ku 3 roj berê li Amedê hatîn destgîrkirin, bi hinceta parvekirinên li ser medya dijîtal û îfadeyên şahidên veşartî hatin girtin.

Li Amedê 26’ê Nîsanê di nav de endam û rayedarên HDP’ê 12 siyasetmedar di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin. 12 kesên bi îdîya “propogandakirina rêxistinê” ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hatîn destgirkirin, îro piştî kar û barên wan ên li emniyetê birin edliyeyê.

12 siyasetmedarên ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan hatî girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha

Cezayê Silhê kirin. Dadger 12 siyasetmedar bi hinceta parvekirinên li ser medya dijîtal û îfadeyên şahidên veşartî girtin.

Navên kesên hatîn girtin evin:

Rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ramazan Karakaya, Hamît Onûr, Mûrat Ondeş, Sadik Tosûn, Hevserokê berê yê Naçeya Peyas a HDP’ê Kadrî Akkaya, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) ê Amedê Mehmet Bakir, Hevserokê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED-DER) Rifat Ronî, endamê Meclisa Şaredariya Yenîşehirê Mehmet Zekî Bagcik, endamê Meclisa Şaredariya Rezanê Nûrettîn Bakan, endama Meclisa Şaredariya Peyasê Songul Dag Kapanci.