Li Amedê operasyona qirkirina siyasî: 14 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê, di operasyona qirkirina siyasî de siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de herî kêm 14 kes hatin destgîrkirin.

Li Amedê, li hemberî siyasetmedar, sendîkavan û dayikên aştiyê operasyona qirkirina siyasî hate kirin. Polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan û herî kêm 14 kes destgîr kirin.

Ji kesên hatin destgîrkirin navê kesên hatine hînbûn wiha ye:

Rêveberên HDP'ê yên bajêr Huseyîn Baran, Mehmet Asena, Şeyhmûs Yavûz, Hevserokê HDP'ê yê Baglarê Nasir Yelter, rêveberên DBP'ê yên Bajêr Yasemîn Akengîn, Alî Alkan û Mehmet Suslu, Hevserokê ESP'ê yê Bajêr Erkan Keskîn, Rêvebera Sendîkaya SES'ê Gulhan Tekîn, Hevseroka Şaxê 2'emîn a Egîtîm-Senê Arzû Koç, Alîkarê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel, Endama Desteya Rêveber a Şaxê Odeya Endezyarên Makîneyê ya TMMOB'ê Arîn Zumrut, Hevserokê Şaxê TUM BEL-SEN'ê Bakî Ondeş û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Vesiye Yîgît.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê.