Li Amedê nobeta malbatên girtiyan didome

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê dabûn destpêkirin didome. Dayika Hogir Batû yê girtî jî hate serdana nobetê.

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li avahiya Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 73’an de didome. Zahîde Batû ya ku dayika Hogir Batû ye yê ku sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê bûbû û lêgerîna bi tazî li ser wî hatibû ferzkirin, çû serdana malbatan.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê jî çû serdana nobetê.

Zahîde Batû got “50 sal ceza li kurê min birîn. Ez qebûl nakim. Ez tiştên ku ji kurê xwe re dişînim, nadin wî. Pêjgira wî tuneye ku karibe serûçavê xwe ziwa bike. Divê cenazeyê tu girtiyan ji girtîgehan dernakevin.”

Xezal Yildirim a ku xizmên wê girtî ye got “Ji bo edaletê, ji bo ku ji girtîgehê cenaze dernekevin em li vir in. Em ji bo aştiyê li vir in. Bila dengê me biçe her derê.”