Li Amedê ji bo girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

Li Amedê gelek rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li meydana Deriyê Çiyê li hev kom bûn û ji bo berdana girtiyên nexweş û yên cezayên wan qediyane, bang kirin.

Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78'an a Amedê ji bo girtiyên nexweş û yên cezayên wan qediyane lê nayên berdan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê Komeleya 78'an Huseyîn Bariş bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyane lê nayên berdan.

Bariş got, "Li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Ev rast nîne. Mafên me hene. Em naxwazin zarokên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Mirina li girtîgehan ne hiqûqî ye, ne wijdanî ye, ne jî mirovî ye."

Bariş diyar kir ku bernedana girtiyên ku cezayên wan qediya ye "nayê qebûlkirin" û got, "Baş e, we ceza li wan birî. Cezayê xwe temam dikin, lê hûn dîsa jî bernadin. Sedema vê çi ye? Her wiha Saziya Tipa Edlî ji bo girtiyên nexweş dibêje 'nabe ku li girtîgehê bimîne'. Tevî vê yekê jî nayên berdan. Ev yek tê wateya kuştina mirovan. Mirov û civak vê qebûl nake. Hûn zarokên me, ciwanên me digirin û piştî ku extiyar bûn berdidin. Lê belê malbatên wan, xizmên wan ya herî girîng jî hêviyên wan hene."