Li Amedê ji ber qirkirina siyasî gelek kes hatin destgîrkirin

Li Amedê di serdegirtina malan de gelek siyasetmedarên HDP û DBP'î hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk bi şev li Amedê avêtin ser malan.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Sevîm Bîçîcî jî di nav de Rêveberê HDP'ê yê Bajêr Kadîr Înanir, xebatkarê Şaredariyê Şiyar Dag, rêveberê DBP'ê Hayrî Etyemez û Fûat Yalçin, endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Akdogan, Ceylan Arslan, parêzer Gulîstan Ataş, Şahîn Saglam û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Mûrat Emînoglû, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mesût Bagcik, Edîp Bînbîr, Mûstafa Akengîn, Mahmût Korkmaz, Fevzî Işik û Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selda Baran, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bûrhan Karakoç, Avniye Tanrikûlû hatin destgîrkirin.

Her wiha avêtin ser mala Rêveberê HDP'ê yê Bajêr Alî Îhsan Karahan û Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Halîde Turkoglû û ew destgîr kirin.

Li navçeya Çinarê jî Mahmût Ûlûs û Fevzî Demîrkiran hatin destgîrkirin.