Li Amedê gilihê êşkencekarên girtîgeha Amedê hate kirin

Li Amedê gelek rêxistinên heq û hiqûqê ji bo ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê êşkence li girtiyan hatiye kirin gilih kirin.

Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) êşkence, gef û tehdeya ku li Girtîgeha Tîpa T ya Nimro 3 a Amedê li girtiyan tê kirin, kirin mijara darazê.

Dema ku gilih hate kirin li ber avahiya edliyê daxuyaniyek hate dayin. Li daxuyaniyê Hevserokê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Serokê Şûbeya ÎHD'ê Abdullah û gelek parêzer, parêzvanên mafê mirovan hazir bûn.

Endamê OHD'ê parêzer Şemdîn Şahîn  bi bîr xist têkilî binpêkirina mafan gelek kesan serî li wan dane, bi heft girtiyan re hev dîtine û girtiyan ji wan re gotine, qerdiyan êşkenceyê, tehdê û dijûnan li wan dikin û diyar kir ew ê gilihê wan berpirsan bikin ku sûcê êşkence, tehde û dijûnan dikin.