Li Amedê binpêkirinên mafên girtiyên jin hate eşkere kirin

Baroya Amedê binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Jinan a Amedê eşkere kir.

Baroya Amedê ji bo darizandin û dîtina kujerên Tahir Elçî ku 28’ê Cotmeha 2015’an li navçeya Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetil kirin, her hefte li pêşiya Edliyeya Amedê çalakiya “Ji bo Tahir Elçî Maseyê Mafê Mirovan” lidardixe. Baroyê çalakiya 192’an lidarxist. Mijara vê hefteyê ya maseyê rapora binpêkirinên mafan yên li Girtîgeha Jinan a Amedê ku ji aliyê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê ve hatibû amadekirin bû.

Rapor ji aliyê endama Navenda Pêkanîn û Piştevaniya Mafê Jinan û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê (KHDUM) Parêzer Oyku Çakmak ve hate xwendin. Di raporê de bal hate kişandin li ser parastina maf, veşartina jiyana taybet, êşkence û derbirina serbetî, qedexeya mûamelya xirab û binpêkirinên mafan.