Li Amedê bihabûn hate şermezarkirin

Endamên Emeklî-Sen'ê yên Amedî zemên desthilatdariyua AKP-MHP'ê û pergala şêlandinê şermezar kirin.

Bi pêşengiya Sendîkaya Teqawîtbûyiyan (Emeklî-Sen) a ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Amedê, bihabûna elektrîk, av, gaz û sotemeniyê hate şermezarkirin. Endamên Emeklî-Senê beriya daxuyaniyê serdana esnafan kirin. Hevserokê Şaxê Amedê yê Emeklî-Senê Vahap Gunay piştre daxuyanî da û diyar kir ku mirov nikarin di şert û mercên heyî de jiyana xwe dewam bikin.

'EM BI MILYONAN MIROV IN Û NIKARIN FATÛREYAN BIDIN'

Gunay diyar kir ku daxwazên têne kirin xwezayî û mirovî ne, mirov dixwazin bi rengekî mirovî bijîn. Gunay got, "Em ne 3-5 kes in, em bi milyonan mirov in." Gunay anî ziman ku şêniyên bazarê nikarin pereyê av û elektrîkê bidin û got, "Em ê daxwazên xwe yên mirovî mîna îro her tim li her derê bînin ziman."