Li Amedê bi îxbarên bêbingeh hatin destgîrkirin

Derket holê ku 40 ciwanên li Amedê bi îxbarên bêbingeh hatine destgîrkirin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê jî di nav de, di 13’ê Tebaxê de li Amedê 40 ciwan hatin destgîrkirin. Derket holê ku ev ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine destgîrkirin. Îxbarên bêbingeh di 12’ê Tebaxê saet di 00.30’an de hatine kirin û di îxbaran de navên ciwanên destgîrkirî tê dayîn û tê îdiakirin ku bi wesîleya 38’emîn salvegera çalakiya çekdarî ya yekemîn a PKK’ê li Amedê çalakiyan li dar bixin û di malên xwe de bombeyan amade dikin. Lê belê di lêgerînan de ti teqemenî nehatin bidestxistin. Hat zanîn ku ev îxbar li ser 112’ê hatine kirin.

Di encama îxbaran de gelek ciwan hatin girtin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin. Heta niha jî îfadeyên wan nehatine girtin. Navên çendek ciwanên li ser îxbaran hatine destgîrkirin wiha ne: “Nûrûllah Ozgun, Fermandar Kardeş, Umît Akbiyik, Alî Şeker, Vedat Saçan, Abdulbahrî Mavlay, Berdan Çelîk, Berfîn Sakli, Dîlan Kartal, Mûstafa Ekîcî, Erhan Sakar, Tacettîn Araz, Mazlum Kardaş, Mahîr Firat Fîdan, Muhsîn Acar, Kadîr Bayram, Mehmet Şîrîn Yayman û Serhat Ataş.”