HPG: Li Amedê 6 hevrêyên me yên jin şehîd bûn

HPG'ê ragihand di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de ya li ser qada Şehîd Remzî ya Amedê 6 gerîlayên jin şehîd bûne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:


LI ZENDÛRA ÇALAKIYA HEWAYÎ

"Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal;

10'ê Gulanê saet di 12:00 û 13:00 de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê ji hewayê ve du çalakî pêk anîn. Di her du çalakiyan de derb li dagirkerên li ser Girê Zendûrayê hate xistin.

LI AMEDÊ ÊRÎŞA DAGIRKER Û ŞER

27'ê Nîsanê li qada Helezilê ya herêma Şehîd Remzî ya eyaleta Amedê, artêşa Tirk dest bi operasyonekê kir. Li hin deverên vê herêmê amûrên kişandina wêneyan bi cih kirin. Piştre jî ev operasyon 28'ê Nîsanê hate berfirehkirin û 29'ê Nîsanê saet di 05:30'î de li nêzî gundê Kurtê di navbera hêzên me û dijmin de şer qewimî. Bi destpêkirina şer re gelek dagirker hatin cezakirin û gelek jî birîndar bûn. Li ser vê yekê dagirker saet di 06:00 de bi qedemeyekê xwe vekişandin û bi balafirên şer bombe li herêmê barandin. Piştre jî ji saet 06:10 heta 07:40'î bi helîkopterên êrişê bombe li qada şer barandin. Di şer de ku tevahiya rojê dewam kir hevrêyên me Nûjîn, Berfîn, Besê, Eser, Jiyan û Têkoşîn bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Operasyona artêşa Tirk a dagirker a li vê qadê 5'ê Gulanê bi vekişînê bi dawî bû.

Ji ber ku di vî şerî de hevrêyên me şehîd bûn, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û hatin birîndarkirin nehate zelalkirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne dema ku eşkere bûn wê bi gelê me û raya giştî re bên parvekirin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bi helîkopter û balafirên şer bombe krin.

Agahiyên berfireh ên li ser bombardûman û êrişan wiha ne:

10'ê Gulanê saet di 14:10'an de li herêma Metînayê balafirên şer bombe li Girê Zendûrayê barandin. Heman rojê ji saet 21:00 heta 22:00 qada Kêste û Girê Zendûrayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

10'ê Gulanê saet di 19:30'î de li herêma Zapê quntarê girê Sîda û geliyê Çemço bi balafirên şer hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê şewat bi qadê ket.

10'ê Gulanê ji saet 21:00 heta 00:30'î li herêma Avaşînê li qadên Şukê, Mervanos û Mamreşo helîkopter geriyan.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."