Li Amedê 3 roj in endamên HDP, DBP û MEDYA-DER’ê di nezaretê de ne

Polîsên Tirk di 27’ê Sibatê de bi giştî 14 endamên HDP, DBP û MEBYA-DER’ê destgîr kiribû. Ev kes sê roj in di nezaretê de ne.

Di operasyona qirkirina siyasî de HDP, DBP û rêxistinên civakî yên sivîl bûn hedef.

Di dema serdegirtinê de derî hatibûn şikandin û alav ji hev hatibûn xistin. Lêgerîna di avahiya MEBYA-DER’ê heft saet domiyabû. Belgeyên avakirina komeleyê, rêzikname, komputer û formên serlêdana malbatan hatibû desteserkirin.

Di serdegirtinê de ev endam û rêveberên HDP, DBP û MEBYA-DER’ê hatibûn destgîrkirin: Şeyhmûs Karadag, Yuksel Almas, Zekî Dag, Meyrem Soylû, Hatûn Aslan, Ayşe Çelîkbîlek, Hatîce Guneş, Tahîr Gul, Hanim Altindag, Fethûllah Işıktaş, Mûrat Uzgun, Hafiz Işik, Mûzaffer Ûlaş.