Li Amed û Wanê nobeta edaletê didome

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayê berdan li Baroya Amed û Wanê dane destpêkirin berdewam dike.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 33’yemîn de û ya Wanê di roja 10’emîn de berdewam dike.

AMED

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 33’yemîn de berdewam dike. Her roja diçe tevlîbûna malbatan ya nobetê zêde dibe. Di çalakiya nobetê de dayika du girtiyan Fevziye Kolakan axivî.

‘BILA HEMÛ MALBATA CIHÊ XWE DI ÇALAKIYÊ DE BIGRIN‘

Kolakan anî ziman ku ji bo kurê xwe yê nexweşê giran Ahmet Kolakan tevlî çalakiyê bûye û bang li hemû malbatên ku zarokên wan di girtîgehê de ne kir ku tevlî çalakiya nobetê bibin.

‘BILA MECLÎS TÊKEVE DEWRÊ‘

Xizmê girtiyê nexweş Încî Guler jî anî ziman ku divê meclîs demildest mijara girtiyên nexweş bigre dest û ji bo serbest berdana wan bikevin dewrê.

WAN

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û înfazên wan hatin şewitandin li Baroya Wanê dabûn destpêkirin jî di roja 10'an de didome. Malbatên li avahiya Baroya Wanê hatin gel hevdu di nava rojê de çûn serdana Rêxistinên Civaka Sîvîl a Wanê û bajarên herêmê.

Rêveberên Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhedêçûn serdana malbatan û peyamên piştevaniyê parve kirin.

Di serdanê de li ser bêedaletiya li welêt, zextên li ser Kurdan, tundî, girtinan hat sekinandin û bertek hat nîşandan. Her wiha hat gotin divê bêtir piştgirî ji bo malbatan bê dayin.