Li Amed û Wanê çalakiyên Nobeda Edaletê dewam dikin

Li Amed û Wanê, çalakiyên Nobeda Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş ve tê lidarxistin dewam dike. Çalakgeran xwestin ku girtiyên nexweş tavilê bêne berdan.

Li herdu bajaran bi dehan roj in ji bo bedana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, Nobeda Edaletê têne ginrtin.

Li Amedê çalakî di roja 97'an de ye. Di roja nû ya çalakiyê de ku li Baroya Amedê pêk tê, işaret bi mirina mirovan a li girtîgehan hate kirin û bang li rayedaran hate kirin.

Endamên Rêveberiya Navçeya Baglarê ya DBP'ê serdana çalakgeran kirin.

Rêveberiya DBP'ê ya Baglarê Meryeme Tûra got, "Dayik ji bo edaletê nobedê digirin. Edalet ji bo tevahiya mirovahiyê girîng e. Em dest bidin hev û bikin ku hîn bêhtir mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin."

Herdem Mervanî jî bi navê malbatên çalakger axivî û got, "Em bi wijdanî xwedî li girtiyên nexweş hemûyan derdikevin. Bila girtîgeh nebin qadên mirinê. Girtiyên nexweş divê tavilê bêne berdan û li girtiyên siyasî hemûyan xala berdana bi kontrol bê bikaranîn."

WAN

Li Baroya Wanê jî çalakiya Nobeda Edaletê di roja 70'î de ye. Rêveberên Şaxê Wanê yên MEBYA-DER'ê serdana çalakgeran kirin.

Hevseroka Şaxê MEBYA-DER'ê Hanim Kaya diyar kir ku ew bi malbatan re ne.

Kaya ji bo berdana siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş bang kir.