Li Amed û Mêrdînê 5 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Amed û Mêrdînê di serdegirtina malan de endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Emrûllah Kalkan û 4 kes destgîr kirin.

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsan bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Emrûllah Kalkan de destgîr kirin.

Hat zanîn ku dema polîsan Kalkan destgîr kirin, êşnekce û heqaret lê kirine.

Li gorî agahiyan, polîsan destê xwe xistine qirika ferdên malbatê û ji wan re gotine "Em dewlet in em ne vala hatine.”"

Hat zanîn ku derbarê Kalkan de cezayê wî berê hatiye pejirandin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Piştre ji bo biryara cezayê lê hatiye birîn li rûyê wî bixwînin wê bibin Dadgeha Mêrdînê.

Li navçeyên Çinar, Sûr û Yenîşehîr ên Amedê jî roja Sêşemê avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinê de Îbrahîm Temîz li taxa Elewendiyê ya Çinarê, Huseyîn Temîz û Mehmet Temîz li taxa Çarikli ya Sûrê û Haşim Temîz li taxa Yenîşehîrê hatin destgîrkirin.