Li Amed û Rihayê 6 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê 5 û li Rihayê 1 kes ji hêla polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin.

Polisan,li Amedê 5 kes destgîr kirin.
  
Polisan, serê sibejê li Amedê bi ser gelek malan de girt. Polisên Tevgera Taybet jî tevlî operasyona bi serdegirtina malan bûn û Endama Lîjneya Rêberiya Navendî (MYK) ya Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Safiye Ok û endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst Helîn Yagmûr, Sedat Turlu û Osman Demîr derb kirin û binçav kirin. 
 
Li Baxlarê jî polisan bi ser mala Barîş Erîşen de girt û ev binçav kirin. Polisan kesên destgîr kirin birin Miduriyeta Polisan a Amedê. 

RIHA

Li Rihayê Hevserokê Navçeya HDP'ê ya Bîrecûkê Omer Karadag hate destgîrkirin.