Li Amed û Mêrdînê astengkirina muzîsyenên Kurd hate protestokirin

Li Amed û Mêrdînê zexta polîsan a li ser muzîsyenên Kurd ên li kolanan û astengkirina muzîsyenan hate protestokirin.

Saziyên çand, huner û ziman zexta polîsan a li ser muzîsyenên Kurd ên li kolanan û astengkirina muzîsyenan protesto kirin. Çalakî li Kolana Hunerê ya Amedê hate kirin. TJA, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Akademîya Muzîkê ya Ma Mûsîcê, MED-DER, MEBYA-DER, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy û endamên TMMOB’ê tevlî çalakiya protestoyê bûn.

Bi stranên Kurdî zext,astengî û qedexekirinên li ser Kurdî hate protesto kirin. Çalakvanan demeke dirêj li ber erbaneyan govend gerandin û gel jî bi çepikan piştgirî dan çalakvanan. Çalakî bi sloganên ‘Bê ziman jiyan nabe’ û bi çepikan bi dawî bû.

MÊRDÎN

Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê li pêşiya Medreseya Zincîriye bi stranên Kurdî êriş protesto kir. Çalakvanên TJA’yê û HDP’ê piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de jinan diyar kirin wê qedexeyan qebûl nekin.

Jinan bi çepik û tilîliyan govend gerandin û gel jî eleqe nîşanî çalakiyê da.