Li Agiriyê serdegirtin dewam dike: 6 kesên din hatin destgîrkirin

Li Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de 6 kesên din hatin destgîrkirin.

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, ji 6 kesên ku bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatibûn destgîrkirin 5 kes hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. Îro serê sibehê jî di çarçoveya heman lêpirsînê de avêtin ser hin malan. Leşkerên Tirk avêtin ser malan û kesên bi navê Kemal Bakir, Ahmet Ozden,  Niyazî Ergul, Mehmet Alî Ozdemîr, Dînçer Varol û Ebûbekir Aladag hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku 6 kesên birin Qereqola Jendermeyan a Navçeya Giyadînê ji ber hin xwepêşandanên sala 2015'an têne sûcdarkirin.